Li Stenbolê banga hilbijartina dersa Kurdî hat kirin

Saziyên sivîl ên Kurd li Tirkiyeyê ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanên fermî berfirehtir bibin li bajarên cuda xebatan dikin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Saziyên sivîl ên Kurd li Tirkiyeyê ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanên fermî berfirehtir bibin li bajarên cuda xebatan dikin.

Endamên Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî li Stenbolê li pêş dibistanekê derbarê hilbijartina dersa Kurdî de ji bo agahdarkirina dê û bavên zarokan belavok belav kirin, da ku zarokên Kurd ên li metropolan hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin. Zimanzan jî amaje dikin heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyê û zarok bi vî zimanî neaxivin xetereyekê li ser dahatûya Kurdî rû dide.

Bi mebesta hilbijartina dersa Kurdî li dibistanên navîn û seretayî li Tirkiyeyê ku heftê du saet tê dayîn ji hêla saziyên sivîl ve xebat û çalakî tên kirin.

Berpirsên Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî li Stenbolê li pêş dibistanekê belavok û broşûrên Kurdî û Tirkî li ser bijartina dersa Kurdî hatine amadekirin li zarok û li dê bavan belav kirin da ku zarok fêrî Kurdî bibin. 

Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî Suphî Ozgen ji K24ê re diyar kir: “Bi belavkirina van belavokan em bang li hemû welatiyên Kurd ên li vî welatî dikin bila bizanin mafê wan heye ku li dibistanan dersa Kurdî bi zarokên xwe dikarin hilbijêrin da ku zarokên Kurd bi xwendin û nivîsandina Kurdî bêpar nemînin.”

Endama Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî Dewlet Çevîk Cîhan ji K24ê re ragihand: “Gelek Kurd bi Kurdî diaxivin lê nikarin Kurdî binivisîn û bixwînin. Ji bo xwendin û nivîsandina Kurdî û ji bo pêşerojeke geş em jî mafên wan a yasayî nîşanî zarokan didin da ku ji vî mafî bi kar bînin.”

Beriya destpêka betlaneya nîva salê gelek malbat ji bo hilbijartina dersa Kurdî serî li dibistanan didin.

Dayikeke Kurd diyar kir: “Min dersa Kurdî bi zarokên xwe da hilbijartin. Ev 20 sal in em li stenbolê dijîn. Li gel zarokên xwe jî li her derê bi zimanê Kurdî diaxivim.”

Xwendekarekî Kurd got: “Zimanê me xweş e. Ez çilo bêjim. Xweş û şirîn e.”

Herwiha xwendekarekî din jî diyar kir: “Ji bo zarok jê hez bikin hewce ye mirov hîn bibe. Kurmancî xweş e û em ê fêr bibin.”

Li gor zimanzan Zana Farqinî gava ku zimanekî tenê di nav kal û pîran de bimîne û bi taybetî jî di nav kesên ku perwerdehiya wan kêm e bimîne, ev ji bo wî zimanî xetere ye.

Zana Farqinî ji K24ê re ragihand: “Zimanek heta ku nebe, zimanê perwerdeyê û zarok bi wî zimanî li dibistanan perwerde nebinin mirov nikare ji ayendeyek dahatûyeke geş  a zimanekî behs bike. Ê ku bi wî zimanî berdewam dikin zarok in, ciwan in nifşê nûhatî ne. Bi taybetî zarok û ciwan vî zimanî nepeyive ev rewş têkçûna wî zimanî nîşan dide.”

Li gor ragihandina amarên Wezîrê Perwerde yê Tirkiyê par 20 hezar û 265 xwendekar dersa Kurdî hilbijartine. Serlêdanên ji bo dersa Kurdî li dibistanan heta 10ê Sibatê dê berdewam bike.