Hulusî Akar: Me serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê betal kir

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê bo Tirkiyê hatiye betalkirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê bo Tirkiyê hatiye betalkirin.

Biryar bû Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Pal Jonson 27ê Çileyê serdana Tirkiyê bike, lê belê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro Şemiyê 21ê Çileya 2023an li Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ev serdan betal kiriye.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar Akar amaje bi çend çalakiyên li dijî Tirkiyê yên li Swêdê da û got: “Me dît ku piştî van êrîşên li dijî welatê me û Serokomarê me, ti tedbîrek nehatiye wergirtin. Ji ber wê jî di asta em hatinê de ti wate û girîngiyeke serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Jonson nema ku biryar bû 27ê Çile pêk were.”