Li taxa Kurdan a Helebê avahiyeke 5 qatî bi ser niştecihên wê de hilweşiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê avahiyeke 5 qatî bi ser serê rûniştvanên wê de hilweşiya û bi dehan kes di bin avahiyê de asê man.

Jêderekî ji taxa Şêx Meqsûd ji K24ê re ragihand, îro berbangê li kolana Şêx Marûf a Şêx Meqsûd a avahiyeke 5 qatî ku 17 malbat tê de bi cih dibûn bi ser wan de hilweşiya.

Da zanîn, tîmên hawarhatinê, hêzên asayişê û hejmarek ambulans li cihê bûyerê kom bûne û hewla rizgarkirina xelkê asêmayî didin. 

Destnîşan kir jî, nêzîkî 30 kesî di bin avahiya hilweşyayî de asê mane û tîmên hawarhatinê heta niha karîne zarokekî 15 salî rizgar bikin.

Sedema hilweşîna heta niha nayê zanîn û xebatên ji bo rizgarkirina kesên asê mayî jî didomin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn, di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.