HSDê 3 çeteyên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîneyên Antî-Teror yên ser bi HSDê ve di operasyoneke hevbeş bi Hevpeymaniya Navdewletî" re, 3 çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê El-Şuhêl li rojhilatê Dêrazorê desteser kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro berbangê Yekîneyên Antî-Terorê bi piştevaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî, avêtin ser hejmarek malên malbata El-Medad li bajarokê El-Şuhêl û 3 çeteyên DAIŞê desteser kirin.

Rewangehê diyar kir, helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî bi bilindahiyek nizim li ser çemê Firatê li deverên ku "HSD" û milîsên Îranî li gundewarê Dêrazorê ji hev vediqetînin, firiyan.

Ev operasyona hevbeş, di çarçoveya berdewamiya operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî û HSD yên lêgerîn û jinavbirina şaneyên DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyê de tê.