Yekîtiya Ewropa îro biryarekê derbarê Supaya Pasdarên Îranê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Parlamentoya Ewropayê bi piraniya dengan projeyasayek pejirand ku tê de ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Encûmena Wezîran tê xwestin, Supaya Pasdarên Îranê bixin lîsteya terorê, biryar e îro Yekîtîya Ewropa dengdanê li ser wê yekê bike Pasdarên Şoreşê wek rêxistineke terorîstî rabigihîne.

Biryara ku ji hêla parlamenterên Ewropî ve hatiye pejirandin, banga qedexekirina “her karekî aborî û darayî” bi Supaya Pasdarên re were qedexekirin.

Parlamentoya Ewropayê di daxuyaniyekê de got ku “divê rayedarên Îranê kampanyaya tepeserkirina welatiyên xwe bi dawî bînin û Rêberê Olî Elî Xamineyî û Serokomar Îbrahîm Raîsî jî li lîsteya cezayan bên zêdekirin.”

Ev jî di demekê de ye, duhî Parlamentoya Îranê bi amadebûna Wezîrê Derve û Fermandarê Giştî yê Pasdaran civîneke girtî lidar xist. Di daxuyaniyekê de jî, wan hişyarî da ku eger Supaya Pasdarên Îranê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve weke terorîst bên ragihandin, ew ê li dijî artêşên welatên Yekîtiya Ewropayê biryarên bi heman rengî bidin.

Di wê derbarê de Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî got, ev pêngava Parlamentoya Ewropayê pêwendiya wê bi “serneketina” xwepêşandanên li Îranê ve girêdayî ye. Got jî: “Wan nekarîn bi rêya kolanan zirarê bigihînin Îranê, ji ber vê yekê ew hewl didin me bi vî awayî rawestînin.”

Her wiha got jî: “Supaya Pasdaran, hêzeke fermî ye û ragihandina wê terorist, li dijî yasayên navdewletî ye.”