Wezîrê Derve yê Polandayê: Yekîtiya Ewropayê siza bi ser 19 kompaniyên Îranî de sepand

Zbigniew Rau ji Kurdistan24ê re ragihand, îro siza bi ser 37 kesayet û kompaniyên Îranî de hat sepandin û ketin nav lîsteya terorê.

Bruksel (K24) – Civîna Wezîrên Derve yên Ewropayê li Brukselê pêk hat û Wezîrê Derve yê Polandayê Zbigniew Rau ji Kurdistan24ê re ragihand, îro siza bi ser 37 kesayet û kompaniyên Îranî de hat sepandin û ketin nav lîsteya terorê.

Wezîrê Derve yê Polandayê Zbigniew Rau ji Kurdistan24ê re eşkere kir, 18 kesayet û 19 kompaniyên Îranî îro ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatin sizadan.

Zbigniew Rau diyar kir: “Ew kesayetiyên di nav sizayan de hene, ji Wezîrê Werziş û Ciwanan, Wezîrê Rewişt, Parêzgarê Sine û çendîn rayedarên din ên ewlehiyê yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pêk tên.”

Herwiha Rêveberê Giştî yê televîzyona fermî ya Îranê û xwediyên çend kompaniyên înternetê jî di lîsteya sizayan de ne.

Wezîrê Derve yê Polandayê Zbigniew Rau destnîşan kir, kesên ku hatine sizadan, mafên mirovan bin pê kirine.