Asayişê encamên lêkolînên hilweşîna avahiya li Şêx Meqsûdê aşkere kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (asayiş) encamên destpêkê yên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêx Meqsûd eşkere kirin ku av derbasî nava binesaziya avahiya bûye û di encamê de avahî hilweşiyaye.

Roja 22ê Çileya 2023an berbangê avahiyeke 5 qatî li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi ser serê malbatên wê de hilweşiya. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê şeva borî di daxuyaniyekê de encamên lêpirsîna destpêkê yên bûne sedemên hilweşîna avahiya li taxa Şêx Meqsûd eşkere kirin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, hejmara dawî ya qurbaniyan gihaştiye 16 kesan, 2 kesên din birîndar bûne ku rewşa wan niha cîgir e.

Derbarê sedeme hilweşîna avahiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê encamên lêpirsîna destpêkê ya hilweşîna avahiyê parve kirin û got:

1- Di dirêjahiya salên şer de taxa Şêx Meqsûd bi çekên giran û bi firokeyan hatiye topbarankirin ku di encamê de avahiyên li taxê seqet bûn.

2- Di encama wê de jî, av derbasî binesaziya avahiyê bûye ku ji ber wê jî hilweşiya.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê di dawiyê de destnîşan kir ku lêkolînên wê yên derbarê vê bûyerê de berdewam dikin.