Li Stenbolê agir bi dêrekê ket û 2 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê agir bi dêreke Katolîk a Ermeniyan ket û 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Li bajarokê Beyogluyê yê ser bi Stenbolê ve, agir bi beşa komelgeha niştecihbûnê ya Dêra Surp Pirgîç a Katolîk a Ermeniyan ket û dengê sê teqînan ji cihê bûyerê hatiye bihîstin.
Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, di encama bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.
Tîmên agirkûjiyê piştî hewla 4 demjimêran agir vemirandin û ziyanên madî yên mezin gihîştine avahiya di nava dêrê de.
Sedema vêketina agir nayê zanîn û di derheqê bûyerê de hêzên ewlehiyê yên Stenbolê lêkolînan dikin.