Li gorî sala borî li Bakurê Kurdistanê barîna baranê ji sedî 35 kêm bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Îsal li gel qeyrana aboriyê hişkesî lî bandora xwe li civakê dike ku li Bakurê Kurdistanê esnaf amaje dikin ku bihayên xurekan li gorî sala borî sedî sed zêde bûye û eger hişkesalî bidome dê rewş xiraptir bibe.

Li tevahiya cîhanê ji ber germbûna gerdunî hişkesalî her ku diçe bandora xwe zêdetir nîşan dide û li gorî daneyên saziya keş û hewayê li Bakurê Kurdistanê barîna baranê li gorî sala borî %35 kêm bûye û ev yek bandorê li hilberîna qada çandinî û ajalvaniyê jî dike ku dibe sedem bihayên xurekan jî bilind bibe û dema ev rewş li gel qeyrana aboriyê derdikeve holê jî bandora wê dijwartir dibe. Esnafên xurekan difiroşin dibêjin hişkesalî bandorê li hemû beşên jiyanê dike.

Adîl Aydin: “Dema şilî nebe ajal nikarin biçêrin, ajal neçêrin êm biha dibe, êm biha bibe ajalvan ajalên xwe ser jê dikin û ev yek dibe sedem ku bihayê mast, penêr û goşt zêde bibe. Goşt ji 90î çuye 120 û penêr jî ji 90î çûye 120î.”

Gelek esnafên ku demeke dirêj e xurekan difiroşin balê dikêşin ku wan qet hişkesaliyek wisa nedîtibûn û li gorî sala borî jî bihayê gelek xurekan 2 qatî zêdetir biha bûne û ev yek buye sedem ku welatî jî wek berê nekaribin danustanê bikin.

Henîfî Baxçe: “Temenê min 73 ye û 50 sal in vî karî dikim lê min hişkesaliyek wisa nedîtiye. Birinç par 18 bû, savar 9 bû, fasulî 20 bû, nîsk 18 bû, îsal savar 16 ye, birinç 40 e, fasulî 40 e, nok 40 e, nîsk 25 e, arvan 550 ye.”

Esnaf dibêjin hêviya wan meha sibatê û mehên biharê ne ku eger di wan mehan de jî hişkesalî bidome dê qeyraneke mirovî dest pê bike ji ber ku hişkesalî jî û qeyrana aboriyê jî di asta gerdunî de xwe nîşan dide û serjimêriya cîhanê jî her ku diçe bilind dibe.