Sancar: Bahçelî gefan li Dadgeha Destûrê dixwe

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bertek li gotinên Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî nîşan da û got: “Bahçelî gefan li Dadgeha Destûrê dixwe.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bertek li gotinên Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî nîşan da û got: “Bahçelî gefan li Dadgeha Destûrê dixwe.”

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî îro li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de gotibû: “Divê HDP demildest were girtin.”

Li ser van gotinan,  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Parlamentoya Tirkiyê di civîna partiya xwe de axivî û di axaftina xwe de bertek li gotinên Bahçelî nîşan da û got: “Îro şirîkê biçûk ê desthilatê li vir dengê xwe bilind kir. Dîsa talîmatan dide Dadgeha Bilind.”

Mîthat Sancar diyar kir: “Ne tenê talîmatan dide, gefan li Dadgeha Destûrê dixwe, bi awayekî eşkere û zelal şantajê dike. Êdî tiştekî bi navê Destûra Bingehîn nema. Bi awayekî eşkere, ne tenê Destûra Bingehîn bin pê dikin, di mijara binpêkirina wê de ti car xwe jê dûr naxin. Lewra rizgariya wan di bêhiqûqî û zordariyê de ye.”

Sancar destnîşan kir: “Ji bo ku hilbijartin bi awayî dadperwerî û demokratîk birêve biçe, me daxwaz kiribû ku doza girtina partiya me, bimîne piştî hilbijartinan. Ew gefan li Dadgeha Destûrê dixwe û dibêje, 'eger hûn vê biryarê demildest li dijî HDPê nedin, hûn xaîn in'. Gelo gefeke eşkere ya li darazê ya ji vê zêdetir heye? Divê ev tenê wek gotina MHPê neyê dîtin. Ez siyaseta desthilatê ye. Ev siyaseta rejîmê ye.”