HSD: Hêzên me 3 teroristên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek parve kir, hêzên wan 3 endamên şaneyeke DAIŞ`ê li Dêrazorê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Di çarçoveya operasyonên hêzên me de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) roja Şemiyê 21`ê Çileyê operasyonek li rojhilatê Dêrazorê pêk anî.”

Diyar kir jî, operasyon bi beşdariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, li dijî şaneyeke DAIŞê li bajarokê El-Şihîl ê rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye.

Da zanîn jî jî, ev şane çalakiyên teroristî dike, endaman tev li şaneyê dike û desteka meydanî û lojistîk ji şaneyên DAIŞê re pêşkêş dike. 

Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir, operasyon li ser du qonaxan pêk hatiye. Di qonaxa yekem de, hêzên me operasyoneke daketina asmanî pêk anî. Di qonaxa duyemîn de jî dorpêçeke tund a ewlehiyê li ser cihê şaneya terorîstî danî û berpirsekî rêxistina terorê ligel 2 endamên din hat girtin.

Her wiha Yekîneyên Antî Terorê ya ser bi HSDê ve, dest danîn ser dabenceyek, kilaşîkovek û 4 telefonên ku bi wan re bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Hêzên me tekezî li ser berdewamiya operasyonên xwe yên ewlekarî yên li dijî şaneyên DAIŞê dikin, heta ku ew ji koka wê bê rakirin û ewlekarî û aramiya herêmên me bê parastin.”

Pêştir û li ser heman operasyonê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan roja 22ê vê mehê ragihandibû, Yekîneyên Antî-Terorê bi piştevaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî, avêtin ser hejmarek malên malbata El-Medad li bajarokê El-Şihîl û 3 çeteyên DAIŞê desteser kirin.

Çeteyên DAIŞê
Çeteyên DAIŞê