“Metirsiya jibîrkirinê li ser zaravayê Kirmanckî heye”

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê ku tekane zimanê perwerdeyê Tirkî ye ji ber nebûna perwerdeya Kurdî xetereyeke mezin heye ku zaravayên vî zimanî werin jibîrkirin bi taybet Kirmanckî ango bi naveke din Zazakî. Nivîskar û weşangerên Kurd amaje dikin ji bo şikestina vê xetereyê tekane çare ew e ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Zaravayê Kirmanckî an jî Zazakî yê Kurdî ku giştiyê kesên pê diaixivin û dinivisîn li Bakurê Kurdistanê ye lê belê li gor raporteke navdewletî ya UNESCOyê xetereyeke mezin li ser vî zaravayê Kurdî heye ku were jibîrkirin.

Nivîskar Mutlu Can ku li ser vî zaravayî gelek xebatên akademîk pêk aniye û di kitêba xwe ya dawîn a bi KESA Roje bi Roje Kirmanckî (Zazakî) hewla fêrbûna zmani Kurdî dide bi taybet bo zarokan. Li gor Can tekane çare ew e ku Kurdî divê bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Nivîskar Mutlu Can ji K24ê re got: “Ji roja damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha perwerdehiya Kurdî nîn e û hatiye qedexekirin. Her çiqas hin gavên erênî bên avêtin jî lê mafê me yê sereke û meşrû nayê naskirin çi Kirmanckî çi Kurmancî be Kurd ji perwerdehiya zimanê dayîka xwe mehrûm tên hiştin. Li Bakur, ne tenê Kirmanckî, Kurmancî jî di xetereyê de ye. Lê asta xetereya Kirmanckî gelek zêde ye û di asteke krîtîk de ye. Garantiyeke yasayî jê ra divê da ku zaravayên Kurdî bo nifşên bê were veguhestin.”

Li nav weşanxaneyên Kurdî berhemên Kirmanckî/Zazakî li gor zaravayê Kurmancî gelek kêm tên çapkirin. Kêmbûna çapkirin û xwendinê jî tesîreke xerab li ser dahatûya vî zaravayê dike.

Weşanger Azîz Tekîn dibêje: “Sedema kêmbûna çapkirina berhemên Kirmanckî nehatina dosyayê ye. Lê em wek mîsyonekê hewl didin Zazakî pirtûk çap bikin. Niha di deste me de kêm be jî berhemên Zazakî hene. Divê wek weşanxane û wek saziyên pêwendîdar teşwîq bê kirin ku berhemên Zazakî werin çapkirin û bigihije xwendevanan. Ev jî dê sînerjiyekê çêbike. Yanê ev divê bihevra bên meşandin ku encamekê jê derkeve.”

Li gor Netewên Yekgirtî ji%40ê mirovên li cîhanê ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Xetere heye ku 2 hezar û 500 ziman tune bibe. Li dibistanên li Tirkiyeyê ku tekane zimanê perwerdeyê Tirkî ye, zimanê Kurdî wek derseke hilbijarî heftê du saetan tê dayîn. Serlêdana proseya hilbijartina dersa Kurdî jî dê heta 10ê Sibatê bidome.