Biden: Em tankan di mercên berevaniyê de didin Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden şandina 31 tankên M1 Abrams bo Ukraynayê ragihand. Biden got ku tankên ku Amerîka û hevalbendên wê, bi serkêşiya Almanya, biryar dan ku pêşkêşî Kîev bikin, ji bo rûbirûbûna êrişên Rûsyayê ne, ne ku ji bo êrîşkirina li ser Moskoyê ne.

Serokê Amerîka Joe Biden duhî Çarşemê li Koşka Sipî di gotareke televizyonî de got, welatê wî dê 31 tankên Abrams bide Kievê, ku yek ji çekên herî bihêz û pêşketî yên artêşa Amerîkayê tê dîtin.

Berî axaftina Biden jî, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schultz jî gotibû, welatê wî razî bûye ku 14 tankên Leopard-2 bişîne Ukraynayê.

Her wiha Biden got ku şandina tankên Abrams ên Amerîkî û Leopard ên Almanî ji bo Ukraynayê di çarçoveya sozdariya welatên cîhanê bi alîkariya Ukraynayê re tê ta ku serwerî û yekîtiya axa xwe ji Rûsyayê biparêze.

Serokê Amerîka di gotara xwe de got jî, ew tank ji bo alîkarîya Ukraynayan pêwîst in, ta ku karîna xwe ya manevrayan li meydanên vekirî baştir bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky pêşwazî li biryara hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Joe Biden ya dabînkirina tankên Abrams ji Kievê re kir û bidestxistina van tankên giran ên pêşketî bi “gaveke girîng ji bo bidestxistina serkeftina yekcarî” nirxand.