Asta jiyana karkerên Kurd ên li Stenbolê girantir dibe

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di bin şert û mercên ku asta birçîbûnê ya li Tirkiyê çûye ser 9 hezar 800 lîre û asta xîzaniyê jî çûye ser 29 hezar lîreyan, karkerên Kurd hikûmeta Tirkiyê wekî sûcdarê vê proseyê dibîin. Karkerên Kurd dibêjin her diçe jiyan li wan teng dibe û dixwazin ev desthiIat were guhartin.

Her diçe mercên jiyana li Tirkiyê girantir dibe. Li gorî amarên nû yên Sendikaya Karê Dewletê ya Hevgirtî sînorê birçîbûnê 9 hezar û 796 yanî 525 dolar, asta xînzaniyê ya malbateke 4 kesî jî wekî 26 hezar û 994 lîre yanî 1450 dolar hatiye tomarkirin. Di bin van şert û mercên giran de gelo karkerên Kurd yên înşaetan debara jiyana xwe çawa dikin? Ezîz Kaya karkerê 33 salî ku xwedî 3 zarokan e û di sala 2004an de hatiye Stenbolê dibêje; ji bo wan debara jiyanê gelekî zehmet e ew di wê metirsiyê de ne ku sibê birçî bimînin.

Karkerê Kurd yê Înşeatê Ezîz Kaya dibêje: “Em di karê înşaetan de kar dikin. Sê heb zarok jî hene. Xwedîkirina wan jî zehmet e. Em kirê didin, ji 5 hezarn berjêrtir kirê nîn e zehmet e yanî. îro kêmmûçe jî têra me nake ji bo karkerên înşeatê. Dema kirê bidî, pêiviyê malbatê dabîn bikî têra mrbexê jî nake. vê hikûmet^eheta niha tiştekî baş nekiriye. Çiqasî diçe jî zor dibe. Pir mirov îro birçîne. Li ser sergoyê digerin derve digerin gelek kes birçî mane. Ev kêşeye mezin e. Îro ew sibê jî ez ê birçî bimînim.”

Fîkret Ozdemir ê 36 salî ku ew jî xwedî 3 zarokan e ji bajarê Erzoromê 20 sal berê derketiye û hatiye Stenbolê, têkoşîna man û nemanê dide ji bihabûna jiyanê.

Karkerê Kurd yê înşaetê Fîkret Ozdemîr dibêje: “Karê me ji xwe li ber çavan e. Qezenceme ku em debara xwe dikin heye nîn e ew derew e. Wallahî em bi nanûzik dixebitin. Kêmmûçe dibêjin 8500 lîre. em jî rojane 300-400 lîre qezenç dikin. Em kirêcîe. Kirya me bûye 8 hezar lîre. Em diçin marketekê roja em dixebitin bi wî pereyî pê tiştek nayê jixwe. Bi rastî dewleta Tirk taybetî jî AK Partî divê here. Em Kurd divê bibin yek piştgiriya partiya xwe bikin û bi awayekî divê ev mêrik winda bike.”

Her çiqas hikûmeta Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de bibêje ku ew ê nehêlin pişta welatiyan dibin barê egiran yê aboriyê de bikeve û behsa alîkarî û bernameyên nû yên aboriyêke jî, baweriya karkerên Kurd jê nemaye û wekî sucdar desthilata AK Partiyê dibînin ku jiyan li wan hemûyan heram kiriye.