Siyasetmedarên Bakur: Yên pirsa Kurd nebînin bi ser nakevin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Nîqaşên ser diyarkirina Namzetê Serokomariyê ya Maseya 6 alî didomin û siyasetmedarên Kurd ên maseya 6 alî de cih digirin dibêjin maseya 6 alî de nûnertiya Kurdan jî tê kirin û diyarkirina namzede serokomariyê de dê Kurd jî berçav werin girtin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Serokomarî û Parlementoya Tirkiyeyê nîqaşên ser diyarkirina namzedên serokomariyê jî zêde dibin. Her çiqas Tifaqa Cûmhur Recep Tayyîp Erdogan wek namzed diyar kiribe jî Maseya 6 Şeş alî hîn namzede xwe diyar nekiriye. Siyasetmedarên Kurd ên partiyên maseya 6 alî de cih digirin jî dibêjin di pêvajoya diyarkirina namzedê serokomariyê de divê hêvî û daxwazên Kurdan jî berçav werin girtin ji ber ku serkeftin girêdayî helwesta Kurdan e.

Serokê Rêxistina Diyarbekir yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç ji K24ê re got: “2 Pirsgırêkên sereke yên Tirkiyeyê hene. Yek Pirsa Kurd e, ya din jî Pirsa Aboriyê ye. Divê ev herdu mijar werin dîtin. Ji ber wê maseya 6 alî di pêvajoya diyarkirina namzedê serokomariyê de neçar e ku hessasiyetên Kurdan jî bigire berçav.”

Partiyên di Maseya 6 alî de cih digirin heta niha 10 civîn pêk anîne û di encamnameyên civînan de jî qet pirsa Kurd neanîne ziman. Di vî warî de pirsa kurd bi demokratîkbûnê ve girê didin û nûnerên partiyên maseya 6 alî yên kurd dibêjin êdî ne pêkan e li Tirkiyê pirsa Kurd neye dîtin.

Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya Saadetê Abdurahman Ergîn dibêje: “Li Stenbolê ji Diyarbekirê bêhtir Kurd dijîn. Li gelek metropolên Tirkiyeyê bi hijmarek zêde Kurd hene. Ji ber wê yekê pirsa Kurd ne tenê pirsa Diyarbekir e, di heman demê de pirsa hemu Tirkiyeyê ye. Divê hemû partiyên siyasî vê rastiyê bibînin.”

Tê pêşbînîkirin ku Maseya Şeşalî di 30ê Rêbendanê de Bernameya Hilbijartinê Ya Namzediya Serokomariyê ragihîne û di wê bernameyê de jî behsa Pirsa Kurd were kirin û namzede serokomariyê jî di navbera 15 û 25ê Sibatê de were aşkerekirin.