PÎA: Kî bi gelê Kurd bide qazanckirin em ê piştgiriya wan bikin

Mehmet Kamaç
Mehmet Kamaç

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Însan û Azadî (PÎA) li Diyarbekirê ragihand, di hilbijartinan de, dengên Kurdan wek piştgiriya amade tên dîtin û divê Kurd tifaqa xwe pêk bîne, da ku ji bo gel û welatê xwe alternatîf peyda bike.

Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç bal kişand ku dengê Tifaqa Milet û Tifaqa Cumhur nêzîkî hev in û Kurd piştgirya kê bikin, ewê qazanc bike, lê divê Kurd, alternatîfên xwe çêbikin û nebin payendeyê herdu tifaqan.

Kamaç da zanîn, divê siyaseta Kurd, tifaqa xwe pêk bîne û wek aliyê sêyemîn bibêje ku kîjan tifaq yan jî siyaset bo Kurdan bide qazanc kirin, dê Kurd jî bi wan bidin qazanc kirin. Lê divê yên ku maf û azadiyên Kurdan nasnekin jî, hêvî ji wergirtina dengên Kurdan nekin.

Kamaç, di bersiva pirsa peyamnêrê K24 de jî diyar kir ku wan di hilbijartinên heremî de, bi Partiya Demokratîk a Gelan re hevkarî kiriye û di hin xalan de xebatên hevbeş heta niha meşandine, lê dê dîsa ew hevpeymanî bê kirin û neyê kirin hêj ne diyar e.

Kamaç bidestxistina mafê hilbijartinê yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê jî girîng nirxand û da zanîn ku zêdebûyîna alternatîfên gelê Kurd, ciyê kêfxweşîyê ye û divê ev pirrengî di berjewendiyên gel de, bi tifaqên neteweyî bên xurtkirin.