Trump: Dikarin di nava 24 demjimêran de şerê li Ukraynayê bi dawî bikin

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ragihand, dikarin bi rêya rêkeftinê, dosyeya Ukraynayê di nava 24 demjimêran de dawî lê bînin, ne wek bi xerckirina bi milyaran dolaran û şandina çekan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ragihand, dikarin bi rêya rêkeftinê, dosyeya Ukraynayê di nava 24 demjimêran de dawî lê bînin, ne wek bi xerckirina bi milyaran dolaran û şandina çekan.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Social diyar kir: “Nakokiyên li Ukraynayê bi rêya rêkeftinê têne bidawîkirin, ne bi şandina çek, alîkarî û bi milyaran Dolaran bo Kîevê.”

Trump dibêje: “Eger niha ez li ser postê Serokatiya Ukraynayê bûma, di nava 24 demjimêran de, min aştî li Ukraynayê radigihand.”

Beriya niha jî Donald Trump gotibû, dikarin şerê Ukraynayê bi rêya rêkeftinê bi dawî bikin, eger wisa bidome, dê rûbirûbûna atomî rûbide.

Herwiha Cîgira Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland li ser vê mijarê ragihandibû, Washington amade ye sizayên bi ser Rûsyayê de kêm bike, bi mercekî ku Rûsya ji temamê axa Ukraynayê vekişe.