Li Îranê pênc sal sizayê zindanê bi ser çalakvanekî de hat sepandin

Çalakvanê xwepêşandanên Îranê Areş Sadiqî ji aliyê dadgehê ve pênc sal sizayê zindanê bi ser wî de hat sepandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanê xwepêşandanên Îranê Areş Sadiqî ji aliyê dadgehê ve pênc sal sizayê zindanê bi ser wî de hat sepandin.

Areş Sadiqî ji meha Cotmeha borî ve hatibû desteserkirin, piştre bi kefalet hatibû azadkirin, duh biryara dadgehê derbarê wî de derçû.

Parêzerê Areş Sadiqî, Ramîn Seferniya ragihand, muwekilê wî ji ber beşdarbûna xwepêşandanan û bi tawana belavkirina propagandaya li dijî sîstema siyasî ya welat hat sizadan.

Areş Sadiq di sala 2013an de jî hatiye desteserkirin û sizayê 19 sal bi ser wî de hatiye sepandin, piştre ji ber rewşa tendirustiya wî, di sala 2016an de hatiye azadkirin.