Li Tehranê êrîşeke çekdarî rûda: Kuştî û birîndar hene

Serokê dezgeha îstixbaratê yê li Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê, di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand, serokê dezgeha îstixbaratê yê li Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Îro Înê 27ê Çileya 2023an, çekdarekî êrîşî Balyozxaneya Azarbaycanê ya li Tehranê kir, di encamê de serokê dezgeha îstxibaratê ya balyozxaneyê hat kuştin.

Li ser vê mijarê, medyaya Azerbaycanê ragihand, Serokê Tîma Îstixbaratê yê Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê Orxan Eskerov, îro di êrîşeke çekdarî de hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Herwiha eşkere kiriye, kesekî ku gumana wê yekê li ser wî ye ku ev êrîş encam daye, hat desteserkirin.