Li Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike

Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji sibê pê de li Diyarbekir barana ku demeke dirêj e dihat çaverêkirin dê bibare û li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike.

Diyarbekir (K24) - Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyê ragihand ku ji sibê pê de li Diyarbekir barana ku demeke dirêj e dihat çaverêkirin dê bibare û li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike.

Di zivistana îsal de li Diyarbekirê kêm baran barî û hişkesaliyê bandoreke neyînî li qada çandinî û ajalvaniyê kir ku Diyarbekirî demeke dirêj e çaverêyî baranê ne.

Agahiya ku Diyarbekirî û tevahiya Bakurê Kurdistanê li bende bûn ji aliyê Saziya Keş û Hewayê ve hat ragihandin.

Tê pêşbînîkirin ji sibê roja şemiyê pê de li Diyarbekirê baran dest pê bike û li tevahiya Bakurê Kurdistanê jî pêleke berf û baranê bibandor be.

Li gorî saziya keş û hewayê sibê li Diyarbekirê baran heye û pileya germê jî herî zêde 4 û herî kêm jî 2 pile ye. Tê pêşbînîkirin ku heta hefteyekê baran bandora xwe bidomîne.

Her wiha sibê li bajarên wek Mêrdîn, Êlih, Riha, Sêrt û Dîlokê jî pêşbiniya barîna baranê tê kirin. Li bajarên wek Şirnex, Colemêrg, Bedlîs, Wan, Erzirom û Qersê sibê pê de pêşbîniya befirê tê kirin.

Hişyarî bo ajokaran jî tê kirin ku li gorî şert û mercên hewayê tevbigerin û bergiriyên xwe bistînin.