Ji Demîrtaş peyama namzetiya serokomariyê

Selahattîn Demîrtaş li ser namzetiya Serokomariya Tirkiyê ragihand, rewşa wî ya hiqûqî ji bo namzetiya wî guncaw nîne û ew ê piştgiriyê bide namzetê ku dê ji aliyê HDPê ve were diyarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser namzetiya Serokomariya Tirkiyê ragihand, rewşa wî ya hiqûqî ji bo namzetiya wî guncaw nîne û ew ê piştgiriyê bide namzetê ku dê ji aliyê HDPê ve were diyarkirin.

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh ligel Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser mijara namzetiya Serokomariya Tirkiyê, hevdîtinek pêk anî.

Li go daxuyaniya HDPê, Selahattîn Demîrtaş spasiya şandê kiriye û diyar kiriye ku rewşa wî ya hiqûqî ji bo namzetiya wî ya serokomariyê guncaw nîne.

Demîrtaş eşkere kiriye, ew ê piştgiriyê bide namzetê ku Tifaqa Ked û Azadiyê wek namzetê hevpar ji bo serokomariyê diyar bike.

Selahattîn Demîrtaş herwiha ragihandiye ku ew ê ligel HDPê xebat û kampanyaya hilbijartinan "bi awayê herî berhemdar" bimeşîne.