Li Mendeliyê erdhej rûda

Li nêzîkî navçeya Mendelî ya ser bi parêzgeha Diyala ya Iraqê erdhej rûda û li parêzgehê û çend deverên Bexdayê hat hîskirin.

Hewlêr (K24) – Li nêzîkî navçeya Mendelî ya ser bi parêzgeha Diyala ya Iraqê erdhej rûda û li parêzgehê û çend deverên Bexdayê hat hîskirin.

Îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an, Desteya Giştî ya Keş û Hewa û Erdhejê ya Iraqê ragihand, di demjimêr 16:53 xulekan de li nêzîkî sînorê navbera Iraq û Îranê bi dûriya 12 kîlometre li bakurê rojhilatê navçeya Mendelî ya ser bi parêzgeha Diyalayê erdhej rûda.

Desteya Giştî ya Keş û Hewa û Erdhejê eşkere kir, erdhej bi hêza 4.6 pile bûye û welatiyên Diyala û hinek deverên Bexdayê hîs kirine. Derbarê zirar û ziyanên erdhejê de agahiyek nehatiye parvekirin.