Li Diyarbekirê pirtûka "Kesa" hat nasandin

Di bernameyeke gotûbêjî ya çandî û wêjeyî de, berhema ‘Kesa (kûsî)’ ku bi Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî hatiye amadekirin, hat nasandin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di  bernameyeke gotûbêjî ya çandî û wêjeyî de, berhema ‘Kesa (kûsî)’  ku bi Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî hatiye amadekirin, hat nasandin û hunermendê Kurd, Mihemed Atli kurte konserekî lidarxist.

Di gotebêja Kesa de amadekar ango nivîskarê pirtûkê, Mutlu Can da zanîn ku wî xwestiye bi vê berhemê, çavkaniyeke nû ji bo fêrbûna nivîsandina Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî pêşkêş bike. Mutlu Can ragihand ku wî vê berhemê di encama xebatên 2 salan de ku li ser medya civakî kiriye pêk aniye.

Mutlu Can ji K24ê re ragihand: “Taybetmendiyeke Kesa jî ew e ku yek pirtûkeke gramera klasîk nîne. Lê wek şêwazê nivîsandine, hem wek pirtûkeke gramerê ye, hem jî wek ferhengeke ku wek berhemekî senteza van herdû xizmetan di xwe de  dihevîne. Çalakiyeke xweş bû û ez kêfxweş im ku îro li Diyarbekirê, bi ew çendî beşdarên çi Kurmanc, çi Kirmanc re berhev hatim.”

Beşdarên çalakiyê jî bal kişandin ku Kurdî û bi taybet jî zaravayê Kirmanckî di bin metirsî û xetereyan de, loma jî, çalakiyên wiha jî piştgirîkirina van çalakiyan jî girîng in.

Beşdara Çalakiyê Arzu Gîzlîgol ji K24ê re diyar kir: “Hem di fêrbûn hem jî di nivînsandina zimanê me de, kêmasî hene û her diçe em zimanê xwe jidest didin. Bi zimanê me re çanda me jî hêdî hêdî têk diçe. Loma jî kar û xebatên ku tên kirin  girîng in û heta ji destên me tê divê em wan zêde bikin da ku wisa wisa em zimanê xwe ji jibîrkirinê rizgar bikin. Ez jî bi hatina xwe destekê didim vê çalakiyê.”

Piştî ku pirtûka Kesa hat nasandin, hunermendê Kurd Mehmet Atli jî li nav beşdaran û bi beşdaran re sitranên xwe yên Kurdî gotin.