Berfê deriyên dibistanên Soranê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa keşûhewayê û astengiyên çûnûhatinê li hin navçeyan, li dibistanên devera Soranê betlaneya fermî hat ragihandin.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê di daxuyaniyekê betlaneya fermi li dibistanên deverê ragihand û diyar kir: ji ber rewşa keşûhewayê û astengîyên çûnûhatinê, ji bo selametiya xwendekar û mamostayan, wan bi hevahengî ligel Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Soranê, biryar da ku li dibistanên deverê betlaneya fermî be.

Ji şeva borî ve pêleke berfê li herêma Soran û çend navçeyên din ên Herêma Kurdistanê girtiye û li hin navçeyan astengî ji bo çûnûhatinê dirust bûye.