Hevseroka HDKê: Sala 2023an li Tirkiyê dê bibe sala raperîna jinan

Stenbol (K24) – Kogreya Demokraîk ya Gelan HDKê Konferansa 12. Ya Jinan dirûs kir. Di konferansê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî û diyar kir; rengê hilbijartina wê jin diyar bikin. Loma hilbijartinên 14ê Gûlanê ji bo jinan wek çarenûsê gelekî giring e.  

Li Tirkiyê li bajarê Stenbolê di bin banê Kogreya Demokraîk ya Gelan HDKê de Konferansa Jinan ya 12. hate dirûskirin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî beşdarî konferansê bû ragihand, wê rengê hilbijartinên sala 2023an bi dengê jinan diyar bibe. Buldan got, hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo jinan gelekî girng e. Hevseroka Kogreya Demokraîk ya Gelan HDKê Esengul Demîr jî bal kişande ser giringiya hilbijartinan û diya kir, ew li dijî bloga AK Partî û MHPê têdikoşin, mirovên ku li vî welatî temenê wan bûye 20-25 sal ji vê desthilatê pêştir nêzîktêdayîneke din nasnekirine. Ew wekî jin ne mecbûr in vê pergalê re bijîn.

Hevseroka HDKê Esengul Demîr ji K24ê re got: “Jin li Tirkiyê di proseyeke dîorkî re debas dibin. Wê kî bibe desthilat an jî namzedê serokomariyê kî ye gelo? Derd û siyaseta jinan en ev mijar e. Jin di bin zordestiyeke mezin de ne li Tirkiyê. Mafên wan tên binpêkirin û hemû destkeftiyên wan ji destê wan têne standin ji aliyê vê desthilata faşist ve. Bi destê dewlet û polîsan li dijî jinan tûnd û tûjî pêk tê. Derdê jinan ev e; jin wê biryara azadiya xwe bidin di sala 2023an de û mohra xwe wê li vê proseyê bixin. Em dibêjin wê ev sal bibe sala raperîna jinan li Tirkiyê.”

Di konferansa Jinan de ku nûnerên hejmareke zêde ya partiyên siyasî ên çep, komele, weqif, dezgehên medenî, aktîvîst û akademisyenan beşdarî tê de kir hate ragihandin; jin dikarin dinyayeke nû ava bikin. Tirkiye divê dev ji polîtîkayên şerê taybet berde. Hilbijartinên 14ê Gûlanê fersendên nû yên di warê gûherîna desthilatê de di nava xwe de dihewîne.

Parlamentera HDPê Zuleyha Gulum dibêje: “Li çarhavîrdorê cîhanê jin têdikoşin ji bo azadî, dahatû, destkeftî û jiyaneke birûmet. Ji Rojava heta Îranê, Kudistan û Tirkiyê, Exenîstan û Ewrûpayê jin di nava têkoşînê de ne. Li Tirkiyê ev desthilat êrîşî destkeftiyên jinan dike û dixwaze jin serî bitewînin li hember rejima pederşahî û jin jî ji mala xwe dernekevin. Lê hemû jinên li vir li dijî vê bîrdozê radibin û di hilijartinan wê renge jinan xuya bike û wê jin vê bibin pêşenga proseyeke nû li Tirkiyê.”

Di Konferansa 12. Ya Jinan de ku bi serpereştiya HDKê çû serî hate gotin; Tirkiye hebûna kêşeya Kurdan nas nake û paşgo dike. Jin li bajarên Kurdan wek li gelek deverên din di bin zilm û zordariyê de ne. Ji bo dawîlêanîna vê zilmê û azadiya jinan pêwîst e hemû gelên li Tirkiyê bi hev re hevkariyê bikin û di hilbijartinan de ji bo dinyayeke azad mohra xwe li proseyê bixin.