Hejmara qurbaniyên erdheja Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê şeva borî erdhejekê rû da û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 800 kesî birîndar bûn.

Li bajarê Xoyê yê ser bi Urmiyê ve şeva borî bi hêza 5.9 pile erdhejekê rû da û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muctehîdî derbarê ziyanên erdhejê de ji ajansa “IRNA” re ragihand, di erdhejê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 816 kes jî birîndar bûne.

Bajarê Xoyê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê û di navbera her du golên Wan û Urmiyê de ye û nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn.