Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê hişyariyê dide welatiyên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka hişyarnameya xwe ya ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê nû kir û ji welatiyên xwe xwest bi taybet ji bajarokê Beyogluyê ya Stenbolê dûr bikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê di 27ê mehê de li ser metirsiya êrîşeka terorî hişyarnameyek ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê belav kiribû û xwestibû ku ji cihên qelebalix dûr bikevin.

Balyozxaneyê hişyariya xwe nû kir û bal kişand li ser bajarokê Beyogluyê yê Stenbolê, dorûbera Galatayê û Meydana Taksîmê da ku ji wir dûr bikevin.

Di hişyarnameyê de hate diyarkirin ku piştî bûyerên şewitandina Quranê li welatên Ewropayê, eger heye ku wekî bersiv li dijî dêr, bingehên dîplomatîk ên li dorûbera Meydana Taksîmê, Galatayê û bajarokê Beyogluyê yê Stenbolê êrîş were kirin û lewma divê welatiyên wan ji van cihan dûr bikevin.