Li Qerejdaxê ajalvanî kêm dibe

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji ber qeyrana aboriyê li gundên derdora qerejdaxê ajalvanî ber bi nemanê ve diçe. Ajalvan êdî nikarin ajalanên xwe xwedî bikin û didin zanîn ku rewşa wisa bidome dê ajalên xwe bifiroşin, bi teybetî li gundê kifriyê ji ber kêmbuna ajalvaniyê ciwan bêkar dimînin û diçin metrepolên wek Stanbolê.

Qeyrana aboriyê ya Tirkiyeyê bandora xwe li hemu beşên jiyanê dike û li Bakurê Kurdistanê jî dibe sedem ku li gundan ajalvanî kêm bibe. Li gundên derdora Qerejdaxê ji ber ku lêçunên xwedîkirina ajalan zêde dibin ajalvan jî dibêjin êdî ew neçar in ku ajalên xwe bifiroşin. Yek ji wan gundan jî gundê Kifriyê ya girêdayî navçeya Çinarê ye û ajalvanên vî gundî amaje dikin ku dahata wan ji ajalvaniyê ye û ew jî eger wisa bidome dê ber bi nemanê ve biçe.

Mehmet Şah Tûr: “Kîloya êma ajalan bûye 2 hezar lîre. 30 pezê min mane, ezê wan jî bifiroşim. Hema piçek şilî bikeve erdê ezê ajalan biçêrînim û wan jî bifiroşim.”

Abdulkadîr Ugurlu: “Kevirê vê derê jî reş e û bextê me jî reş e, li vê derê êdî debara me nabe.”

Li gundê Kifriyê bi pirsgirêka kêmbuna ajalvaniyê ve girêdayî pirsgirêkek din derdikeve holê ku ciwanên gund jî ji vê yekê bi neyînî bibandor dibin û ji ber ku li gund ji bilî ajalvaniyê karek din nîne ciwan jî bêkar dimînin.

Serjimêriya Gundê Kifriyê 1200 e û tenê di sala 2022yan de ji vî gundî ji 100î zêdetir ciwanan ji bêkariyê berê xwe dane metrepolên Tirkiyeyê û li gund serjimêriya ciwanan her ku diçe kêm dibe.