Brîtanya welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar dike

Stenbol
Stenbol

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Amerîkayê, Brîtanyayê jî li ser metirsiya êrîşên terorî, hişyarnameya bo welatiyên xwe yên ku serdana Tirkiyê dikin nû kir û ragihand, welatiyên rojavayî, dibe ku bibin armanca êrîşan.”

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ku roja 29ê Çileya 2023an bi daxuyaniyekê welatiyên xwe yên ku serdana Tirkiyeyê dikin li ser metirsiya êrîşên terorî hişyar kiribû, hişyranameya xwe nû kir.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê da zanîn ku eger heye hemû welatiyên rojavayî li bajarên mezin ên Tirkiyeyê bibin aramanca êrîşên terorî.

Di hişyarnameyê de hate xwestin ku, welatî bila hişyar bin û ji pîrozgeh, bingehên dîplomatîk û cihên ku welatiyên rojavayî zêdetir serdana wan dikin, dûr bikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê duhî jî xwestibû welatiyên Rojavayî bila ji meydana Taksîmê, Galatayê, dorûbera bajarokê Beyogluyê yê Stenbolê dûr bikevin.

Roja 21ê vê mehê, siyasetmedarê Swêdî-Denmarkî Rasmus Pludan li Stockholma paytexta Swêdê kopiyeke Qur’ana Pîroz şewitand, piştî vê kiryarê jî karvedanên tund li welatên Îslamî û çend welatên din li pişt xwe anîn.