Li Diyarbekirê di 7 mehan de 7 ton zêrê sexte hat girtin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di nava 7 mehan de ji bazarê 7 ton zêrê sexte û kêm eyar hat girtin. Bi hevkariya Jura Zêringeran û hêzên asayîşê kontrol hatin zêde kirin û zêrên têne firotin êdî tên tomarkirin û bi awayeke ambalajkirî ango girtî têne firotin.

Li aliyêkê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê nirxê zêr bilind dibe û li aliyekê jî kesên dixwazin bi rêyên neyasayî sudê ji vê yekê bigirin zêrê sixte an jî kêm eyar dixin nav bazarê. Ji ber ku ev yek di sala 2022yan de gelek belav bû bi hevkariya Jura Zêringerên Diyarbekir û Hêzên Asayîşa Diyarbekir lêkolîn û kontrol hatin destpêkirin û di encamê de di nava 7 mehan de 7 ton zêrê sixte û kêmeyar hat girtin. Zêringer amaje dikin ku wan hember vê rewşê bergiriyên xwe standine û divê kiriyar jî hember vê rewşê baldar bin ku êdî her zêrek di bazarê de cih bigire bi awayeke fermî tê tomarkirin û ji kontrole derbas dibe.

Cîgirê Serokê Jûra Zêringerên Diyarbekir Yawuz Aydin ji K24ê re got: “Zêrê sixte û kêmeyar yê ji bazarê tê komkirin bo darpxanê tê rêkirin û tê helandin û ji nu ve tê teşepêdayîn û tê firotin. Niha zêr ji me re bi awayeke ambalajkirî tê rêkirin û em wisa difiroşin.”

Jûra Zêringerên Diyarbekir dide zanîn ku %90ê zêrê sixte û kêmeyar ji bazarê hatiye derxistin. Kompaniyên ku zêr difiroşin zêringeran jî dibêjin zêrê sixte û kêmeyar di kargehên neyasayî de bi rêbazên xelet tên bidestxistin. Pisporên zêr dibejin divê zêr  ji makîneyên teybet ên zêr derbas bibin ku heta tê teşepêdayîn jig elek qonaxan derbas dibe ku ava wê taybet e, rûnê wê taybet e, paqijkirin û biriqandina wê teybet e lê kargehên neyasayî hay ji van qonaxan namînin.

Pisporê Zêr Muhsîn Ekîncî dibêje: “Divê zêr di maşîneyên teybat de werin nexşkirin û teşepêdayîn. Zêrên em li vê derê amade dikin di her qonaxekê de ji kontrola maşîne û pisporan derbas dibin. Beriya werin firotin jî raporek ji Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê tê standin û tê tomarkirin û piştî wê jî tê firotin.”

Zêrê ku ji aliyê dewletê ve bi awayeke fermî tê çapkirin wisa ye û bo zêringeran tê firotin, zêringer jî bi makîneyên taybet teşe didin zêr û li bazarê belav dikin û difiroşin.