Kîsên xewê yên li Diyarbekirê têne çêkirin bo serbazên Ukraynayê tên şandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê, atolyeyên tekstîlê tên vekirin û li yek ji wan atolyeyan jî ‘kîsên xewê’ ku ji bo serbazên Ukraynayê tên şandin jî tên dirûtin û amadekirin. Rêvebir û xebatkarên atolyeyê jî balê dikşînin ku ew cil û berhemên ku li atolyeyên navçeyên amade dikin, ji bo bazara Ewropayê dişînin û ev jî ji bo derfetên kar û hilberînê girîng e.

Li Pasûra navçeya Diyarbekirê, di salên dawî de, atolyeyên tekstîlê bi berhemdayîna xwe balê dikşînin. Bi taybetî, li atolyeyekê jî kîsên xewê ku tên dirûtin, ji bo leşkerên Ukraynayê tên şandin. Rêvebirên atolyeyê tînin ziman, ew kîsên ku çêdikin, bi ser kompanyayeke ku bi NATOyê re kar dike, dişînin bo Ukraynayê.

Rêveberê Atolyeyê Edbedîn Aslan ji K24ê re ragihand: “Ji bo xelkê me yê Qulpê ku derfetên kar çêbibin, me ev der wek atolyeya tekstîlê vekir. Em cil û bergan didirûn. Kîsên Xewê jî em li vir didirûn û dişînin Ukraynayê. Niha jî em cilên zarokan jî didirûn û bi ser Stenbolê re dişînin Polonyayê.”

Heta niha 4 barhilgir  ‘kîsên xewê’ ji bo serbazên Ukraynayê, ji vê atolyê hatine şandin û rêvebirên saziyê tînin ziman ku dê li gel kîsên xewê, kim û sitûparêzên ku didirûn dê berdewam ji bo serbazên Ukraynayê bişînin.

Hosteyê dirûtinê Masûm Tirak ji K24ê re ragihand: “Me 5 meh berê dest pê kir, niha nêzîkî 40-50 hosteyên me yên makîneyên dirûtinê gihîştine. Yanî ji destpêka ku me ev der vekiriye, me dest bi amadekirina kîsên xewê kir. Berê me rojane dikarî 400-500 hev çêkin, lê niha em dikarin rojane 700-800 hev amade bikin. Ev kîsên xewê jî, heta -35 (kêmî 35) dereceyan sermayê de berxwe dide. Tê de jî santîm û nîv polar, santîm û nîv elyaf û qumaşê ser jî, av û ba derbas nake.”

Li navçeya herî dûr a Diyarbekirê ya Pasûrê, kîsik ango tulûmê xewê tên çêkirin. Van tulimên ku li vê derê tên çêkirin, heta Ukraynayê tên şandin. Ev kîsa bi taybet dema ku ser û serma be û derfetên germbûnê nebe, girîng in û bi malzemeyên taybet tên çêkirin. Bi saya vê atolyê bi dehan welatî jî derfetê kar peydakirinê bidest dixin.