Hefteya pêkvejiyana ol û pêkhateyên cuda li cîhan û Herêma Kurdistanê

Ji îro ve hefteya pêkvejiyana ol û pêkhateyên cuda li cîhan û Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Hewlêr (K24) – Ji îro ve hefteya pêkvejiyana ol û pêkhateyên cuda li cîhan û Herêma Kurdistanê dest pê dike. Pêkvejiyana olî wek nimûneyeke ciwan li çend deverên Kurdistanê rengê xwe daye.

Bi dirêjahiya şerê DAIŞê û tundûtûjiyên navçeyê, Herêma Kurdistanê bûye stargehek ji bo hemû pêkhateyên olî û netewî, hikûmet û nişteciyên Herêma Kurdistanê hembêza xwe ji bo hemû awareyan vekiriye. Bi dirêjahiya şerê DAIŞê, 138 hezar Xirîstiyanên Mûsilê awareyî Herêma Kurdistanê bûn û ji sala 2006an ve 250 hezar Xirîstiyanan ji Bexda û parêzgehên din ên Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Her di wê demê de, çanda pêkvejiyan û dostanî û vekirina hembêza xwe ji bo kesên lêqewimî ji aliyê gelê Kurdistanê ve gihîşte lûtkeyê û ev ax bûye stargeha nêzîkî du milyon aware û penaberan. Ji ber vê yekê, Kurdistan û çanda wê ya ciwan, bûye mijara nûçe û civîn û korbendên serkirdeyên welatên cîhanê, bi taybetî rola mezin a hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo parastina pêkhateyên olî, careke din çanda jiyandostî û pêkvejiyana aştiyane ya gelê Kurd, Kurdistan xiste ser bûyerên girîng ên cîhanê.

Navendên olî yên pêkhateyên ku ji ber tundûtûjiyê xwe spartine Herêma Kurdistanê, her dem rêz û spasiya xwe ji bo Herêma Kurdıstanê nîşan dane û pesnê hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê dane û gelek ji wan jî ji bo nîşandana piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê û rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, çendîn car serdana Hewlêrê kirine.

Ji meha Hezîrana sala 2014an ve, ku DAIŞê êrîş kire ser parêzgeha Neynewa, nêzîkî 138 hezar Xirîstiyan awareyî parêzgehên Herêma Kurdistanê bûn. Piştî bûyerên sala 2006an ve, 250 hezar Xirîstiyan ji Bexda û deverên din hatine Herêma Kurdistanê, lê belê ji wê hejmarê nêzîkî nîvê wan koç kirine.

Hêzên Pêşmerge di dema şerê dijî DAIŞê ya salên borî de, bi qurbanîdan û canfîdayiya xwe bûye mertaleke mirovî ji bo parastina pêkhateyan û rizgarkirina beşeke mezin a wan navçeyan û li ser asta cîhanê bûye sembola berxwedan û rûbirûbûna terorê.