Mesrûr Barzanî: 1ê Sibatê dixe bîra me ku nabe rik û kîn bi ser bikeve

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “1ê Sibatê wê yekê dixe bîra me ku nabe ti car rik û kîn bi ser bikeve.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro em karesata 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin û ev bîranîn, wê yekê tîne bîra me ku nabe ti car rik û kîn bi ser bikeve, yekrêzî rêyek e ji bo pêşveçûnê.”
Today we remember the tragedy of February 1st, 2004. It is a reminder that hate must never prevail and unity is the way forward. pic.twitter.com/COO9j2ipjr
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 1, 2023