Almanya, Brîtanya û Hollanda Konsolxaneyên xwe yên li Stenbolê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Almanya, Brîtanya û Hollanda bi hinceta ewlekariyê, Konsolxaneyên xwe yên li Stenbolê bi awayekî demkî girtin.

Piştî Brîtanyayê û Hollandayê, Almanyayê jî bi awayeke demkî biryara girtina Konsolxaneya ya Stenbolê da.

Li gor daxuyaniya Konsolxaneya Almanyayê, îro 1ê Sibatê dê bi hinceta ewlekariyê dê Konsolxane girtî be û sozên îro yên ji bo wergirtina vîze û pasaportan hatine dayîn, hatin hilweşandin.

Ev yek di demekê de, Amerîka û çend welatên Ewropî li ser egera metirsiya êrîşeka terorî berî niha bi çend rojan hişyarî dabû welatiyên li Tirkiyê.

Roja 21ê vê mehê, siyasetmedarê Swêdî-Denmarkî Rasmus Pludan li Stockholma paytexta Swêdê kopiyeke Qur’ana Pîroz şewitand, piştî vê kiryarê jî karvedanên tund li welatên Îslamî û çend welatên din li pişt xwe anîn.