Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê çend mijarên giring gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê di civînekê de proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 01.02.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hevdîtin û civînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Konsulê Amerîkayê pêşwazî û piştgîriya welatê xwe ji bo diyalog û hewlên çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka girîngiyeke mezin bi têkiliyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê dide.

Proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge mijareke din a civînê bû. Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser berdewamî û serkeftina proseyê û spasiya hevkarî û piştevaniya Amerîkayê jî di vê derbarê de kir. Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Amerîkayê girîngiya welatê xwe ji bo proseyê û bilezkirina wê diyar kir

Her di vê hevdîtinê de behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, karkirina ji bo serdana şandeke bazirganiyê ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, pirsa mafên mirovan, azadiya rojnamevanî û ragihandinê û çendîn mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de ne, hatin gotûbêjkirin.