Li Efrînê 5 kes ji aliyên grûpên çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes ji bajarokê Cindirêsê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belava kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 28ê Çileya 2023an 5 kes ji bajarokê Cindirêsê revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne: Recep Silêman Şewax, Şevyar Mistefa Sedo, Îmad Kemal Sedo, Inayet Arif Bekir, Mihemed Îbrahîm Mihemed.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha zêdetir ji 8500 kes hatine revandin û hejmareke mezin jî hîna girtî ne.