“Divê Ewropa di warê koçber û penaberan de reformên temam bike“

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Ewropayê îro li Brukselê bi beşdariya 705 endaman ku nûnertiya 450 milyon Ewropiyan li 27 welatan dikin, civîneke giştî li dar dixe.

Di civînê de dê projeyasaya vegerandina hin penaberên ku jiyana wan li welatên wan ne di metirsiyê de ye û mercên penaberiyê yên li Ewropayê cibicî nabin, were gotûbêjkirin.

Ew projeyasa ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û wezîrên hundir ên Ewropayê ve hatiye pêşkêşkirin.

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Thomas Zdechovsky ji K24ê re ragihand, divê Ewropa di warê koçber û penaberan de reformên temam bike.

Berî demekê jî, Komîsera Bilind a Penaberan a Yekîtiya Ewropayê Elva Johansson ji K24 re ragihandibû, Ew ê îsal reformê di sektora penaberan de bikin û stratejiyeke nû ji bo veger û dersînorkirina penaberên ku bi awayekî neyasayî li welatên Ewropayê mane, deynin.