Penaberên Rojavayê Kurdistanê êdî bi “online” dikarin di riya Pêşabûrê re derbas bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka heftiya bê ve, serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê bo Rojava, bi riya sîstema “online” dibe.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re got, ji bo xizmetkirina zêdetir bi penaberên Rojavayê Kurdistanê re û nehîştina rûtînên îdarî û wek karasanî ji welatiyan re, ji hefteya bê ve derbasbûna her koçberekî di deriyê Pêşabûrê re bo Rojavayê Kurdistanê dê bi riya “online” be û her penaberekî Rojavayî yê ku li Herêma Kurdistanê dijî, dikare ji mala xwe ve û bi rêya vê lînkê, daxwaza xwe pêşkêş bike û dema çûna xwe jî werbigire.

Berbuharî derbarê hatina ji Rojavayê Kurdistanê de got ku ji Tîrmeha sala borî ve, hatina ji Rojava bo Herêma Kurdistanê bi riya “online” e û ji niha û pê ve, çûn û hatin dibe “online” tê birêkxistin.

Barbuharî got: Ne tenê hatin û çûn, lê belê sîstema bac û dahatê jî bi awayekî rêkûpêk û zelal li vê deriyê hatiye organîzekirin.

Berbuharî ragihand jî, “Hikûmeta elektronîk yek ji armancên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di van çar salên borî de karekî cidî ji bo wê hatiye kirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe serperiştiya wê dike.”

Deriyê Pêşabûrê ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê navê wê “Sêmalka” ye di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye û riyeke sereke û girîng ê çûnûhatina xelkê, aborî û rêxistinên mirovî û yên ser bi Netewên Yekgirtî ve ye.