Welatiyên ku li deriyê Xabûrê rastî tundiyê hatibûn bo Kurdistan24ê axivîn

Di şeva 31ê Çileyê de li Deriyê Sînorî yê Xabûrê Îrfan Ozdemîr û hevjîna xwe Yildiz Ozdemîr rastî tundiyê hatin.
Îrfan Ozdemîr li Deriyê Sînorî yê Xabûrê rastî tundiya karmendên gumrikê hatibû
Îrfan Ozdemîr li Deriyê Sînorî yê Xabûrê rastî tundiya karmendên gumrikê hatibû

Şirnex (K24) - Di şeva 31ê Çileyê de li Deriyê Sînorî yê Xabûrê Îrfan Ozdemîr û hevjîna xwe Yildiz Ozdemîr rastî tundiyê hatin. Bûyerê, di rojeva Bakur û Tirkiyeyê de cihekî berfireh girt. Îrfan Ozdemîr bo Kurdistan24ê vîdeoyek rêkir û behsa wê bûyerê dike.

Îrfan Ozdemîr ragihand ku ew ne ji bo karûbareke bazirganî, ew ji bo serdana xizmên xwe çûbû Herêma Kurdistanê. Irfan Odemîr bang li Wezîrê Karên Navxwe yê Tikriyeyê Suleyman Soylu dike ku şopdarê bûyerê be.

Ozdemîr di vîdeoya bo Kurdistan24ê rêkirî de dibêje; erkdarên gumrikê ji wî re gotine 'hûn hemû heywan in' û li wî û hevjîna wî dane.   Îrfan Ozdemîr dibêje; wan tiştekî deryasayî ligel xwe neanibûn û ti sûcekî wan nebû. Herwiha bang li Wezîrê Naxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û parlamenteran dike, rê nedin ku welatî rastî tundûtujiyê werin û daxwaz kir ku ew kesên ku li wî û hevjîna wî xistine bêne sizakirin.

Îrfan Odemîr, bang li rayedaran jî dike ku ji bo  welatiyan derfetên karkirinê peyda bikin û dibêje: “Em carina ji 12 demjimêran zêdetir li ser pira di navbera Îbrahîm Xelîl û Xabûrê disekinin, divê karûbar zûtir bêne kirin û welatî di gumrikan de gelekê neyên sekinandin.”

Ozdemîr dibêje; ew ne ji bo karekî bazirganî lê belê ji bo serdana xizmên xwe çûbûn Herêma Kurdistanê.

Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de li serdozgeriyê gilî tometbaran kir. Parêzgariyê jî derbarê berpirsên ewlekariyê yên ku êrişî malbatê kirine de lêpirsîn dabû destpêkirin.