Keşnasiya Herêma Kurdistanê dema bidawîbûna pêla berf û baranê ragihand

Li gor pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, ev pêla berf û baranê ya Herêma Kurdistanê girtiye, îro jî dê bandorên xwe bidomîne.

Hewlêr (K24) – Li gor pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, pêla berf û baranê ku Herêma Kurdistanê girtiye, îro jî dê bandorên xwe bidomîne.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro li navçeyên Herêma Kurdistanê ewr e û barîna baranê dê heta demên êvarê berdewam bibe û berf li ser deverên çiyayî dibare, derengê şevê jî barîna baranê bi giştî dê bi dawî bibe.

Derbarê keş û hewaya sibe, keşnasî pêşbînî dike ku roja Înê esman nîv ewr bibe ligel egera barîna nîv baran li ser deverên çiyayî, herwiha egera dirustbûna mijeke kêm li hinek navçeyan heye.