Li Çewlikê otobusa rêwiyan wergeriya: 12 birîndar

Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê otobusek wergeriya û 12 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê otobusek wergeriya û 12 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Çewlik-Kanîreşê, îro 2ê Sibata 2023an otobuseke rêwiyan ji ber berfa zêde ji rê derket û wergeriya, di encama bûyerê de 12 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine veguhestin û ew 12 birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê hatine rakirin.

Herwiha li gor zanyariyan rewşa birîndaran baş e û metirsiya canî li ser wan tune ye.