Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser hinardekirina sêvên Berwarî dike

Ji bilî desteberkirina bazarên navxwe ji bo berhemên çandiniyê yên xwemalî, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser hinardekirina sêvên Berwarî dike.

Hewlêr (K24) – Ji bilî desteberkirina bazarên navxwe ji bo berhemên çandiniyê yên xwemalî, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser hinardekirina sêvên Berwarî dike.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pişkinîna sêvên Berwarî li gor standardên cîhanî, eşkere kir ku sêvên Berwarî madeyên qirker û kîmyawî tê de tune ne, rêjeya şekirê 14.9 e ku li gor pîvanên navdewletî, rêjeya şekirê sêva sirûştî di navbera 10 – 25 de ye, di lêkolînên mîkrobiyolojiyê de jî derketiye holê ku sêva devera Berwarî %100 sirûştî ye.

Taybetmendiyên girîng ên sêvên Berwarî ji bo dîtina bazareke baş, alîkar dibin.

Devera Berwarî ku ji 38 gundan pêk tê, xwedî berhemeke nuwaze ya sêvan e, ku niha li neh firoşgehên navdewletî li navxweya Herêma Kurdistanê, sêvên Berwarî têne firotin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek beriya niha soza bazarkirina berhemên navxwe yên Herêma Kurdistanê dabû, piştî projeya hinardekirina hinarên Kurdistanê bo welatên Kendavê, niha kar li ser hinardekirina sêvên Berwarî, hingiv û tiriyên xwemalî dike.

Tê çaverêkirin ku îsal di dema gihiştina sêvan de, ji bilî bazarên Herêma Kurdistanê, sêvên Berwarî bo navîn û başûrê Iraqê û welatên Kendavê werin şandin.

Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê, ji destpêka pêkanînê ve, li ser avakirina jêrxan û bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê dixebite.

Yek ji stratejiyên aborî yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bilindkirina rêjeya hinarde û danûstandina bazirganiyê bûye, ji bo vê mebestê jî bi awayekî berdewam girîngiyê dide sektora çandinî û pîşesazî û bazirganiyê.