Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson civiya û bi hev re çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mijara sereke ya civînê, li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya encamdana proseya hilbijartinan bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî bi arasteya dakokîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku divê hilbijartin di demeke guncaw a îsal de werin encamdan û rêkarên yasayî yên encamdana proseya hilbijartinan demildest werin temamkirin û Hikûmeta Herêmê jî amade ye ji bo dabînkirina hemû pêwîstiyên hilbijartinan.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson hevnêrîn bû li ser girîngiya nehiştina hemû kêşe û astengiyên li ber encamdana proseya hilbijartinan.

Di beşeke din a civînê de, pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingeha destûrê gotûbêj hat kirin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat eşkerekirin ku herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku divê projeyaasaya budceya federal, demildest were pesendkirin û maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê werin dabînkirin.

Herwiha Balyozê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê dubare kiriye.

Hat destnîşankirin ku pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û hinardekirina berhemên çandiniyê û pêşxistina sektora enerjiyê de, mijarên din ên civînê bûn, ku Konsula Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave jî di civînê de amade bû.