Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê hat azadkirin

Hevserokê rêxistina Diyarbekirê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hayrettîn Altun hat azadkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Hevserokê rêxistina Diyarbekirê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hayrettîn Altun hat azadkirin.

Hayrettîn Altun ku di 23yê Kanûna 2022an de li gel 14 Hevserokên rêxistinên DBPê hatibû girtin di yekem rûniştina 5emîn ya Sizayê Giran de bi mercên ku dernekeve derveyê welat û kontrola dadî hat azadkirin.

Altun, di rûniştinê de xwe bi zimanê Kurdî parast û got; ew angaştnameyê red dike û wî tenê xebatên xwe yên siyasî kirine û daxwaza azadkirina xwe anî zimên.

Parêzerên Altun jî gotin ku ti delîleke berbiçav nîne ku pê Hayrettîn Altun bê girtin û daxwaza azadkirina wî kirin. Dadgehê biryara azadkirina bi merc da.

Hayrattîn Altun li gel Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û çendîn hevserokên din di 23yê Kanûna 2022an hatibûn girtin. Piştî dadgehkirinê 13 hevserok hatibûn azadkirin. Bi azadkirina Hayrettîn Altun ji 15 hevserokên ku hatibûn binçavkirin û girtin niha tenê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di girtîgehê de ma.