Karayilan: Eger YPG li dijî rejîma Sûriyê şer bikira rejîm dê birûxiya

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand, ji ber ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdarî şerê dijî rejîma Sûriyê nebû, rejîm nerûxiya.
Murat Karayilan
Murat Karayilan

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand, ji ber ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdarî şerê dijî rejîma Sûriyê nebû, rejîm nerûxiya.

Murat Karayilan ji kanaleke ser bi partiya xwe re got, yek ji wan sedemên ku wisa kir ku Tirkiye li hember Rojavayê Kurdistanê siyaseta xwe biguherîne, ew bû ku Tirkiyê dixwest YPG li dijî rejîma Sûriyê şer bike, lê belê YPGê qebûl nekiriye.

Karayilan behsa wê yekê jî kiriye, ji ber ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî rejîma Sûriyê şer nekiriye, rejîm nerûxiyaye.

Endamê Desteya Rêveber a PKKê hişyariyê dide rejîma Sûriyê û dibêje, nabe rejîma Sûriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê, ligel Tirkiyê rêkeftinê bike.