Haco: Asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye

Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco derbarê asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê ragihand, Tirkiye û miletê wê gihane baweriyekê ku ev penaberên zêde yên Sûrî, sedemek in ku pirsgirêka aboriyê li Tirkiyê çêdibe.
Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco
Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco

Hewlêr (K24) – Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco derbarê asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê ragihand, Tirkiye û miletê wê gihane baweriyekê ku ev penaberên zêde yên Sûrî, sedemek in ku pirsgirêka aboriyê li Tirkiyê çêdibe.

Siyamend Haco li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser asayîbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê axivî.

Haco li ser asayîbûna pêwendiyan diyar kir: “Ez bawer im ev bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ne. Em dizanin Tirkiye, wexta ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, piştgiriya miletê Sûriyê kir, piştgiriya şoreşê kir û daxwaz kir ku ev rejîm rê bide hilbijartinan li Sûriyê çêbibe.”

Herwiha destnîşan kir: “Îro em dizanin Tirkiye li hember hilbijartinan e, Tirkiye û miletê wê gihane baweriyekê ku ev penaberên zêde yên Sûrî, sedemek in ku pirsgirêka aboriyê li Tirkiyê çêdibe.”

Siyamend Haco diyar kir: “Erdogan dixwaze ji miletê Tirkiyê re bide xuyakirin ku 'ez ê penaberên Sûrî vegerînim, rewşa aboriyê baş bibe, loma van danûstandinan dikim'.”