Li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 922 gundan girtî ne

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Sêwas, Erzirom, Qers, Erzîngan, Elezîz, Şirnex, Êlih, Mêrdîn û Çewlikê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 922 gundan girtî ne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Sêwas, Erzirom, Qers, Erzîngan, Elezîz, Şirnex, Êlih, Mêrdîn û Çewlikê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 922 gundan girtî ne.

Li gor agahiyên Şaredariya Bajarê ya Wanê ji duh ve 305 rêyên girtî hatine vekirin û 42 rê jî hê girtî ne.

COLEMÊRG

Li gor agahiyên Rêveberiya Rêyan a Îdareya Taybet a Colemêrgê, li parêzgehê ji 287 rêyên girtî 226 rê hatine vekirin û ji bo vekirina 61 rêyên girtî jî xebat didomin.

MÛŞ

Li Mûşê jî gorî agahiyên Rêveberiya Rêyan a Îdareya Taybet wê 29 rêyên girtî vekin.

BEDLÎS

Herwiha li gor zanyariyên Rêveberiya Rêyan a Îdareya Taybet a Bedlîsê jî li parêzgehê 60 rê girtî ne û ji bo vekirina wan xebat didomin.

SÊWAS

Li Sêwasê rêya 51 gundan hatine girtin û ji bo vekirina rêyan, 92 wesayîtên kar û 130 xebatkar xabetên xwe didomînin.

ERZIROM, QERS, ERZÎNGAN Û ÎDIR

Li Erziromê ji ber berf û pûkê rêyên 175 gundan girtî ne, herwiha li Erzînganê 55, li Qersê 7, li Îdirê 12 rêyên gundan hatine girtin, hat diyarkirin ku xebatkarên şaredariyan rêyên gundan vedikin.

ELEZÎZ

Li gor agahiyên Rêveberiya Rêyan a Îdareya Taybet a Elezîzê, li navend û navçeyên Elezîzê 127 rê ji ber berfa zêde hatine girtin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî li hinek deveran bilindahiya berfê gihîştiye 30 santîmetre û rêyên 14 gundan girtî ne.

ÊLIH

Rêveberiya Rêyan a Îdareya Taybet a Êlihê li navçeyên ser bi vê parêzgehê, rêyên 41 gundan girtî ne.

MÊRDÎN

Li parêzgeha Mêrdînê jî ji bo vekirina 200 rêyên ku li seranserê parêzgehê hatine girtin, xebatên tîmên şaredariyê didomin.

ÇEWLIK

Herwiha li Çewlikê jî rêyên 51 gundên ser bi navçeyên cuda cuda, hatine girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in.