Serokê PAKê li ser pêşniyara HAK-PARê: Em dikarin îro hevkarîyeke milî, demokratîk pêk bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, derbarê civîna meha borî ya ku bi banga HAK-PARê û bi beşdariya PAKê hatibû lidarxistin de agahdariyek kir û derbarê pêşniyarîya HAK-PARê de, hin nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin:

Daxuyaniya Mustafa Ozçelik:

Agahdarî di derbarê civîna ku li ser banga HAK-PARê li dar ketibû û PAK jî beşdar bûbû

HAK-PARê, ji bo tifaqa hilbijartinan li Amedê bi PAK, TDK-TEVGER, PSK, PDK-BAKUR, PDK, Hereketa Azadî ra hevdîtin kiribû û bangeke nivîskî jî dabû van alîyan. HAK-PARê pêşniyar anîbû ku, van alîyan gişt di roja 21.01.2023yê da ji bo tifaqa hilbijartinan civîneke hevbeş li dar bixin.

Heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî û Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdar Nûrûllah Tîmûr û Rêzdar Vahît Aba pêk hatî, êvara 21.01.2023yê beşdarî vê civînê bûn. HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan), PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), PDK-Bakur (Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur), PDK (Partîya Demokrat a Kurd), Hereketa Azadî beşdarî civînê bûn.
Serokê HAK-PARê Rêzdar Duzgun Kaplan di civînê da van nêrînên xwe pêşkêş kir:

’’HAK-PARê mafê beşdarbûna hilbijartinan bidestxistîye. Em dibêjin werin em lîsteyên HAK-PARê , deklerasyona hilbijartinê û bernameya xebatê ya hilbijartinan bi hevdu ra amade bikin û li ser navê HAK-PARê em beşdarî hilbijartinan bibin’’.

Hemû partî û tevgerên ku beşdarî civînê bibûn, di derbarê vê pêşniyarîya Rêzdar Duzgun Kaplan da bîr û ray û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Me wek PAK di derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin:

‘’HAK-PARê eve 8 sal in ku bi awayekî neyênî pêşewazî li pêşniyarîyên PAKê û yên partîyên din yên ji bo hevkarî û xebatên hevbeş kirîye. Lê li gel vê helwesta HAK-PARê jî, em amade ne ji îro pê ve ji bo berjewendîyên gelê xwe, xebatên hevbeş bi hevdu ra bimeşînin. Lê em dibêjin bi tena serê xwe tifaqeke hilbijartinê dê ne rast be û dê di raya giştî ya Kurdistanê da bi awayekî erênî neyê nirxandin. Em dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, ji bo tifaqeke stratejîk, mayinde ya neteweyî, demokratîk divê hinek gavên destpêkî bêne avêtin. Ji bo vê rastîyê jî, berîya her tiştî, divê em ji bo avakirina hevkarîyeke neteweyî demokratîk ya ku prensîbên stratejîk, yên neteweyî, Kurdistanî û xebata daxwazên acîl ên miletê Kurd bi hev ra bimeşînin gavekê bavêjin û sîyaseta xwe ya di derbarê tifaqên hilbijartinan da jî em wek perçeyekî vê hevkarîyê tesbît bikin. Armanca esasî ya Hevkarîya Milî, Demokratîk, avakirina tifaqeke stratejîk, mayînde ya doza azadîya Kurdistanê ye. Lê herweha Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê berîya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê, di dema hilbijartinan û ji bo hilbijartinên herêmî jî van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşîne: Bernameya ji daxwazên stratejîk yên Kurdistanî pêk hatîye; bernameya ku ji daxwazên acîl ên miletê Kurd pêk hatîye; bernameya sîyaset û xebatên hilbijartinê. Em dibêjin ya rast ew e ku em van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşînin’’.

Di derbarê vê pêşniyarîya me da, Rêzdar Duzgun Kaplan ev tişt gotin: ‘’Nuha wext teng e. Di vê wexta kin da pêkanîna hevkarîyeke milî, demokratîk zehmet e. Werin ewil em tifaqa hilbijartinê pêk bînin. Piştî hilbijartinê jî em dikarin li ser hevkarîya milî, demokratîk biaxivin. Û heger mimkun be heta yekê sibatê di vê derbarê da hûn biryara xwe ji me ra bêjin emê kêfxweş bin’’.

Di derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da me wek PAK van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin:

‘’Em nabêjin werin îro em cepheyeke rizgarîya neteweyî ava bikin. Di rêya tifaq, cepheyeke berfireh ya stratejîk, mayînde ya neteweyî, Kurdistanî da, wek gava destpêkî, em dikarin îro hevkarîyeke milî, demokratîk pêk bînin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi demeke dirêj nîne, em dikarin di demeke kurt da jî vê hevkarîyê pêk bînin.

Bi awayekî giştî sîyaseta PAKê ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da aşkere ye. Helwestên PAKê yên 8 salên bihurî jî nîşan daye ku, PAK nabêje ‘’ hilbijartin me eleqedar nake’’. PAK dibêje, ‘’Divê di hilbijartinan da, em li gorî prensîbên neteweyî, demokratîk, gelê xwe bê alterntîf nehêlin’’.Lê di derbarê hilbijartinên ku dê di roja 14ê Gulana 2023yê da li dar bikevin da me hîna biryareke nîhaî nedaye. PAK eve 8 sale ku, berîya her hilbijartinekê, di nava partîyê da pêvajoya nirxandin, gengeşî, pêşniyar wergirtinê pêk tîne. Ev jî nîşana rêzlêgirtina îradeya endamên PAKê û nîşana demokrasî û azadîya navxweyî ya PAKê ye. Ji bo vê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar bikeve, pêşniyarîya HAK-PARê jî di nav da, emê di nava hemû endamên PAKê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê da pêvajoya nirxandin, gengeşî û pêşniyar wergirtinê destpê bikin. Piştî ku me pêşniyarî û meylên hemû endam û teşkîllat û komîteyên xwe wergirt, emê di vê derbarê da civîna Meclîsa Partîya xwe li dar bixin û biryareke nîhaî werbigirin. Ji ber vê rastîyê, ne mimkune ku em heta yekê sibatê bersîvekê bidin we; herweha ne maqûl e ku hûn jî di nava wexteke ewqas teng da, di nava hefteyekê da daxwaza bersîvekê li me bikin. Lê ya rast ewe ku, HAK-PAR di demeke maqûl da bersîva vê pêşniyarîya me bide da ku em jî bikaribin di demeke herî kin da bersîva pêşniyarîya HAK-PARê bidin. Em dibêjin rêya herî bitenduristî û berhemdar dê ev be’’.

Belê civîna roja 21.01.2023yê bi şiklî bidawî hat.

Bi vê minasebetê em dixwazin nêrînên PAKê yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk da û hinek pêşniyarîyên wê yên di derbarê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar bikeve, bi raya giştî ra parve bikin.

-Nêrîn û pêşniyarîyên me yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk û hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da-

Sîyaseta ma ya di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da, divê wek beşeke sîyaseta me ya Hevkarîya Milî, Demokratîk û beşeke xebatên ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd bê hûnandin. Bi vê hişmendîyê em dixwazin sîyaseta xwe ya di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk û pêşniyarîyên xwe yên di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da bi raya giştî ra parve bikin:

1) Li Bakurê Kurdistanê, ji bo pêşdebirin û serkeftina doza azadîya Kurdistanê, pêwîstîya me bi Hevkarîyeke Milî, Demokratîk ya ku li ser esasê prensîbên neteweyî, Kurdistanî bê ava kirin heye. Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bibe destpêka tifaqeke mayînde, stratejîk ya neteweyî, kurdistanî ku potansîyela herî berfireh a li Bakurê Kurdistanê bibe pêkhateyên wê.

2) Hevkarîya Milî, Demokratîk, dikare li ser bernameya armancên stratejîk yên doza azadîya Kurdistanê û bernameya dawazên acîl ên miletê Kurd bê ava kirin.

a) Em dibêjin prensîbên stratejîk yên esasî yên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikarin ev bin:

Qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê; qebûl kirina mafê statuyeke sîyasi, neteweyî, coxrafî ya li ser axa Kurdistanê; qebûl kirin û rêzlêgirtina Alaya Kurdistanê û hemû nirxên neteweyî yên miletê Kurd; rêzlêgirtin û qebûlkirina azadî û demokrasîyeke navxweyî ya ku li ser esasê mafen etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, sîyasî, fikrî, cinsî yên hemû pêkhateyên Kurdistanê hatibe ava kirin.
Hevkarîya Milî, Demokratîk ji bo pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn jî dikare vê sîyasetê biparêze: Pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, pirsa mafên zimên, kulturî û demokratîk yên kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku kurd weke nifûs piranî ne, mafê xwe îdare kirinên herêmî ye.

b) Bernameya Daxwazên Acîl ên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bi kurtayî bi vî şiklî be:

Divê hebûna miletê Kurd û perwerdehîya bi zimanê kurdî bê bêqebûl kirin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê van mafan gişt di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê da bêne bicîh kirin. Divê hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin û di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din da bêne garantî kirin. Divê hemû kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina fikrên xwe di hefsan da ne bêne berdan û dawî li van hemû dozên hatine vekirin bê anîn. Dewleta Tirkîyeyê, divê hemû peymanên navnetewî yên ku îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bicîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanên navnetewî ji holê rake.

3)Li gel PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PAR, DESTPÊKA NÛ, PDK-BAKUR, PDK, HEREKETA AZADÎ, hemû partî û grûbên kurdistanî yên ku vê bernameya Hevkarîya Milî, Demokratîk bipejirînin dikarin bibin pêkhateyên Hevkarîya Milî, Demokratîk. Hevkarîya Milî, Demokratîk divê hevkarîyeke weha be ku berîya hilbijartinan, di dema hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî berdewam be, divê ji bo Hilbijartinên Şaredarîyan jî xwe amade bike. Herweha Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê ava kirina tifaqeke Kurdistanî ya mayînde, stratejîk ya ku bikaribe potansîyela herî berfireh a civata Kurdistanê bibe pêkhateyên wê ji xwe ra bike armanc.

4) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê di hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yê da, gelê me bê alternatîf nehêle. Li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, dikare, wek dengê gelê Kurd û Kurdistanê, alternatîfa xwe ya ku, li gorî şerdan bikaribe planên cuda cuda(başdarî hilbijartinan bibe û parlamentoyê jî wek platformekê bikar bîne, beşdarî hilbijartinê bibe û sonda parlamenterîyê nexwîne, boykot û alternatîfên din) bide ber xwe pêşkêş bike. Hevkarîya Milî, Demokratîk di dema hilbijartinê da, li gel daxwazên stratejîk ên miletê Kurd, zêdetir jî dikare daxwazên acîl ên miletê Kurd bîne rojevê.

5) Hevkarîya Milî, Demokratîk, li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, di herdu tûrên hilbijartinên serokkomarîyê da dikare vê helwestê nîşan bide: Kîjan namzedê serokomarîyê yê ku daxwazên acîl ên miletê Kurd bipejîrîne û li ber raya giştî teahûdê bide ku dê van daxwazên acîl di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê da bicîh bike, emê piştgirîya wî bikin.

6) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê lê bixebite da ku potansîyela herî berfireh ya civata Kurd û Kurdistanê, partî, rêxistin û dezgehên sivîl li dor daxwazên acîl ên miletê Kurd bicivîne. Herweha divê ji bo ku li gel daxwazên demokrasî, azadî, edalet û wekhevîyê, daxwazên acîl ên miletê Kurd, jî di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê da cîh bigire, divê li gel potansîyela mimkun a civata Tirkîyeyê di nav dîyalog û hevkariyê de be.


04.02.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê