Piştî dîtina balona Çînî, Amerîka ji ber sedemên ewlehiyê 3 firokxaneyan digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebiriya Firokvaniya Federal a Amerîka ragihand, ji ber sedemên ewlehiya netewî, wê qada asmanî li ser hin beşên ji Karolînaya Bakur û Karolînaya Başûr girtiye.

Di wê derbarê de hemû çalakiyên li firokxaneyên Charleston, Myrtle Beach û Wilmington bi awayekî demkî hatine rawestandin. Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Firokvaniya Federal a Amerîka, ew ji bo piştgirîkirina Wezareta Berevaniyê di hewildanek ewlehiya neteweyî de hatiye.

Beriya niha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihandibû, piştî dîtina baloneke Çînî ku taybet e bi çavdêrîkirinê, duyemîn balona çavdêriyê ya Çînê li heman cihî hatiye dîtin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka destnîşan kir ku ew hêj balona Çînî dişopînin.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî ji “ABC” re got: “Em dixwazin balona Çînî ji bo mebestên lêkolînê bihêlin, her wiha plan me heye ku wê li ser Okyanûsa Atlantîkê bixînin xwarê.

Ajansa “Associated Press” jî ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden razemendî li ser xistina balona Çînî nîşan daye.

Pentagonê roja Înê piştî nîvro got ku baloneke sîxuriyê ya Çînî ber bi rojhilatê ve çû û li ser navenda Amerîka hatiye dîtin. Di heman demê de Çînê dibêje ku balon ne ji bo sîxuriyê ye û bi şaşî derbasî asmanê Amerîkayê bûye.