Netewên Yekgirtî 25 milyon dolar alîkarî dide Tirkiye û Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî dibêje ku ew li rêyeke nû digere ji bo gihandina alîkariyan bo bakurê rojavayê Sûrîyê û 25 milyon dolar ji sindoqa hawarhatinê ji bo alîkariyên mirovî yên li Tirkiye û Sûriyê dabîn kirine.

Berdevkê Netewên Yekgirtî Steven Dojarric dibêje, ziyan gihîştiye rêya ku digihe deriyê sînorî yê Bab El-Hawa yê di navbera Tirkiye û bakurê Sûriyê de, ji ber wê bi awayekî demkî gihandina alîkariyan bo bakur rojava hatiye astengkirin û li rêyên din digerin.

Dojarric diyar kir, bi xwe têk neçûye, lê rêya ku ber bi deriyê Bab El-Hewa ve diçe têk çûye, ev yek bi awayekî demkî bandorê li karîna wan dike ku di wî derî bikar bînin.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.

Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Alîkarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovî Martin Griffiths di daxuyaniyekê de ragihand, Netewên Yekgirtî ji bo bersivdayîna mirovî ya awarte ya li hember erdhejên li Tirkiye û Sûriyê, 25 milyon dolar wek alîkariya bilez veqetandiye.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.